Ahmed Sara: “Eger me Samê nexista destê xwe wê serekî herêmî derketa”

30 December 2024 23:53 0 dîtin
Ahmed Sara: “Eger me Samê nexista destê xwe wê serekî herêmî derketa”

PeyamaKurd - Serokê demkî yê Şamê Ahmed Şara, bi televizyona Erebistan a Saûdiyê bi el-Arabiya re hevpeyvînekî kir û tiştên balkêş got. Şara got ku herêm li ber şerekî herêmî bû û bi roxandina Beşar Esad re Sûriye û welatên Kendavê heya 50 salî ketiye bin garantiyê. Ahmed Şara weha dewam rike:

“Eger me Şamê nexista destê xwe, wê Îsraîlê êrîşê Şamê bikira, Tirkiye û Îran di nav de wê şerekî herêmî destpêbikira. Me li hemberê Îsraîlê şerekî herêmî da rawestandin.

Bi çûna rejîma Baasê re, Îsraîl plan kir ku bikeve Sûriyê û paşî wê Îran mudaxeleyê meselê bikira. Ev ji aliyê herêmê de pêvajoyekî girîng bû. Wê herêm biketa ber şerekî kureyî. Ji ber wê, dê êrîşekî kureyî bihata kirin û wê Sûriye biketa ber êrîşan.

Eger em ji Idlibê neketina nav tevgerê, wê Îran hêzên xwe bixista Sûriyê, wê hêzên xwe yên Iraqê bişanda Sûriyê. Wê rewş heya sînorên Tirkiyê biçûya. Bi çûna me ya Şamê, me ber li şer girt.”