Heyeta Yekîtiya Ereb li Samê bi Ahmed Sara re civiya

18 January 2025 20:04 0 dîtin
Heyeta Yekîtiya Ereb li Samê bi Ahmed Sara re civiya

PeyamaKurd – Heyeta Yekîtiya Ereb li Şamê bi serokê HTŞê Ahmed Şara re civiya. Piştî hevdîtinê, wezîrê karên derve yê hukumeta demkî ya Şamê Şeybani ragihand ku di navbera Sûriyê û Yekîtiya Ereb de demekî nû destpêkiriye.

Serokê rêvebiriya Şamê Ahmed Şara, li Şamê bi sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb bi Husam Zeki û heyeta pêre civiya. Hevdîtina fermî li Qesra Gel ya Şamê 2,5 seet dewam kir.

Piştî hevdîtinê wezîrê karên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybani û sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb civîna çapemeniyê çêkirin. Şeybani got:

“Sûriye dixwaze kursiyê xwe yê di Yekîtiya Ereb de paşde bistîne û tevlî civîna ewilî ya bê, bibe. Em dixwazin temsîla xelkê Sûriyê bikin. Em dixwazin têkiliyên xwe bi endamên Yekîtiya Ereb re xwurt bikin.”

Şeybanî ragihand ku dixwazin ji bo îstîqrar û ewlehiyê konferansekî lidar bixin û rêvebiriya nû ji xwe re kiriye armanc ku temamê Sûriyeyî dagerin welatê xwe û ji wan re bingehê amade bikin. Hem xwest ku desteka navdewletî bidin îmara Sûriyê û wê ji bo welatên ku givaşê danîne ser Sûriyê, ji wan re dê hêsaniyê bikin.

Di civîna çapemeniyê de, sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb Husam Zeki got:

“Ez kêfxweşim piştî ew çend salan li Şamê me, wê Yekîtiya Ereb ji bo endamên xwe li ser Sûriyê raporekî amade bike û ev yek ji aliyê amadekirina raporê de krîtîke. Sûriye ji bo Yekîtiya Ereb xwediyê girîngiya stratejîke. Welatên endam pêşdeçûnên li Sûriyê baş dişopînin.

Ji bo rejîma berê ya Şamê, sedem hebûn ku givaşan deynin ser rejîmê lê di vê dewrê de rewş guherî. Ji bo Sûriye ji aliyê aboriyê de xwe bide hev, girînge ku givaşên serê rabin.”