OPCW: Heyeta qedexekirina çekên kîmyewî bi Ahmed Sara re hevdîtin kir

08 February 2025 21:55 0 dîtin
OPCW: Heyeta qedexekirina çekên kîmyewî bi Ahmed Sara re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Heyeta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku navenda wê Hollanda ye, li Sûriyê li Şamê di bin serpereştiya serokê rêxistinê Fernando Arias de, bi serokê HTŞê Ahmed Şara re civiya.

Her dû teref li ser rakirina çekên kîmyewî ji holê bûn hemfikir. Di hevdîtinê de behsa berpirsiyariya peymana Sûriyê ya Qedexekirina Çekên Kîmyewî û rola OPCWê kirin.

Di malpera internetê ya OPCWê de hat ragihandin ku heyet li Şamê bi Şara û wezîrê karên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybani re civiyane. Ji bo Sûriye berpirsiyariya xwe ya peymanê bicîh bîne, wê rêxistin destekê bide rêvebiriya Şamê. Arias got:

“Zêdetirê deh salaye ku dosya çekên kîmyewî ya Sûriyê asteng bûbû. Divê ev derfet bi hevre bê ravekirin û ji bo qenciya xelkê Sûriye û hem civaka navdewletî dawiyê li pirsgirêkê bînin.”

Rejîma berê ya Beşar Esad di 21ê Tebaxa 2013an de li Guta Rojhilat çekên kîmyewî bikaranîbû û 1400 sîvîl jiyana xwe ji dest dabû.