OPCW rejîma Sûrî bi bikaranîna çekên kîmyewî yên 3 sal berê tawanbar kir!
PeyamaKurd - Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) rejîma Sûriyê bi êrîşên kîmyewî yên berî 3 salan li ser Hemayê tawanbar kir.
OPCW di rapora xwe de behsa 3 êrîşên kîmyewî yên rejîma Sûriyê li herêma Hemayê dike, lê behsa bikaranîna çekên qedexekirî û fosforê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li ser herêmên Efrîn, Şêxmeqsud, Serêkaniyê û Girê Spî nake.
Tîma lêkolînê ya girêdayî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî- OPCW, diyar kir ku hikumeta Şamê, di Adara 2017an de 3 êrîşên kîmyewî li parêzgeha Hemayê pêk anîbûn.
Li gorî tîma lêkolînê, rêjîm bi rêya balafiran, 24 û 30yê Adara 2017’an, li ser bajarokê Letamna ya Hemayê êrîşeke bi gaza Sarînê pêk anîbû.
25ê Adara heman salê jî, rêjîmê êrîşek asmanî li ser nexweşxaneya Letamnayê pêk anîbû û tê de gaza Klorê bi kar anîbû.
Li ser vê jî, şiroveyên Amerîkayê hebûn û Wezîrê Karê Derve Mike Pompeo, ragihand ku hîna madeyên kîmawî li cem rejîma Sûrî hene û dikare bi rêya wan, çekên nû çêke.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, li ser êrîşên rejîma Sûrî lêpirsînê dike, lê qet behsa bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê nake.
Herwiha Tirkiyê, 17ê Cotmeha 2019an, di heman dema bikaranîna fisora spî li dijî Sêrê Kaniyê, 30 hezar Euro dabû rêxistina OPCWyê.
Hêjayî gotinê ye, bikaranîna çekên qedexekirî di raporeke bijîşkî ya nexweşxaneyeke Fransî de jî ku zarokê bi navê Mihemed Hemîd lê dihat dermankirin, hatibû piştrastkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin