SOHR: Li Sûrîyê tu delîlên bikaranîna çekên kîmyayî tune

23 May 2019 10:30 0 dîtin
SOHR: Li Sûrîyê tu delîlên bikaranîna çekên kîmyayî tune

PeyamaKurd – Navenda Çavderîyê ya Sûrîyê (SHOR) ragihand ku li Sûrîyê tu delîla car din bikaranîna çekên kîmyewî nîşan dike tune ye.

Serokê SOHRê Ramî Abdul Rahman ji AFPê re diyar kir ku ew agahîyên xwe ji sivîlên li herêmê distînin û da zanîn ku li herêma çiyayî ya Lazkiyê sivîl najîn.

Wezareta Derve ya Amerîka roja sêşemê gotibû ku hin nîşan raber dikin ku rejîma Beşar Esad careke din çekên kîmyayî bikar aniye.

Berdevikê Wezareta Derve Morgan Ortagus diyar kiribû ku ger ew pişrast bikin ku Esad çekên kîmyewî bikar anîye ewê demildest bersîveke tund bidinê.