Zaxarovayê li ser bikaranîna çekên Îngilîstanê li ser xaka Rûsyayê hisyarî da

24 May 2024 09:59 0 dîtin
Zaxarovayê li ser bikaranîna çekên Îngilîstanê li ser xaka Rûsyayê hisyarî da

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova hişyarî da ku eger Ukrayna çekên Îngilîza li ser axa Rûsyayê bi kar bîne, Moskow wê bersivê bide û li hedefên Londonê bixe.

Zaxarova ku derbarê bikaranîna çekên Îngilîstanê li ser xaka Rûsyayê de daxuyanî da çapemeniyê, diyar kir ku heke senaryoyek wiha çêbibe, Rûsya dikare "li ser axa Ukraynayê û derveyî sînorên xwe" li hedefên Îngilîstanê bixe.

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron diyar kir ku mafê Ukraynayê heye ku çekên ku Londonê dabîn dike ji bo lêdana hedefên li Rûsyayê bi kar bîne.