Rêxistinên Sûriyê xwestin dadgeha taybet ya cezayê bikaranîna çekên kîmyewî ava bibe

01 December 2023 02:09 0 dîtin
Rêxistinên Sûriyê xwestin dadgeha taybet ya cezayê bikaranîna çekên kîmyewî ava bibe

PeyamaKurd – Parastvanên mefên mirovan û rêxistinên sîvîl yên Sûriyê di malpera ‘Rêxistina ji bo Mexdûrên Çekên Kîmyewî Edalet’ de, bi nivîskî daxwuyaniyekî belav kirin. Rêxistin xwestin ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî, kes an dewletên sûc kirine, dadgehekî taybet bê avakirin.

Malper, ragihand ku li Sûriyê bi miqdarê ku pîvana wê tine, çekên kîmyewî hatiye bikaranîn, di mijarê de delîl hene û bikaranîna van çekan bûye sedem ku kesên çekan bikaranîne bê ceza mane. Eger pêşniyar qebûl bibe, wê dadgeh li temamê kiryarên bikaranîna çekan û dozên din binêre. Daxwuyanî weha dewam dike:

“Seredana Dadgeha Cezayê ya Navdewletî bi vetokirina Rûsyayê û Çînê darazê asteng kirin. Ev rewş nahêle çekên kîmyewî bên qedexekirin. Pêşniyara dadgeha taybet, ji ber dadgeha cezayê nahêle daraz bibe, wê karibe li dawayên bikaranîna çekên kîmyewî binêre û hetta li temamê dozên ku dadgeha cezayê ya navdewletî bi sedemên siyasî dozan asteng dike, bidarizîne.

Dadgeh, wê dezgeyên navdewletî yên heyî bi taybetî Dadgeha Cezayê Navdewletî temam bike. Dema erka dadgeha cezayê ya navdewletî asteng bikin, wê ev dadgeha taybet bikeve nav tevgerê û hêzên siyasî dê nikaribin daraza wê asteng bikin.”