Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê li Samê ye

15 December 2024 17:01 0 dîtin
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê li Samê ye

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir O. Pedersen piştî rûxandina rejîma Esad çû Şamê.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê Pedersen îro Yekşemê 15.12.2024 piştî rûxandina rêjîma serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed serdana xwe ya yekem bo Şamê kir.

Geir O. Pedersen di daxuyaniya xwe ya 10ê Kanûnê de got ku guhertinên mezin li Şamê ne çaverêkirî ne û ne komên çekdar û ne jî civaka navdewletî pêşbîniya van geşedanên bilez nekirine.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Pedersen tekezî li ser giringiya destpêkirina nêzîkbûneke siyasî ya berfireh li Sûriyê kir û daxwaza parastina saziyên Sûriyê kir.