Erdogan li ser mijarên ‘bikaranîna çekên kîmyewî û anîna zarokan’ axivî…
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera serdana xwe ya Azerbaycanê de, ji rojnamevanan re li ser mijarên rojevê axivî.
Erdogan îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî PKKê wekî ‘bêbextî’ binav kir û got ku Hêzên Çekdarên Tirkiyê li gorî hiqûqa navnetewî tevdigere û çekên qedexekirî bikar nayîne.
Herwiha Erdogan diyar kir: “Ev rêbazên girîng ên komunîzmê û komunîstan e. Wê ev jî van bêbextiyan wekî bermayiyên wan her tim bikin. Em ê jî di çarçoveya hiqûqê de çi pêwîst be bikin û hesabê wê ji wan bipirsin.”
Erdogan li ser mijara merasîma beşdarbûna AKPê ya Parlamentarê Îzmîrê Mehmet Ali Çelebî ku ji wî û hevjîna wî re pêşniyara anîna zêdetir zarokan kiribû û bi gotinên, “Yên PKKê 5,10,15 hene’ jî hemû Kurd bi PKKê tohmetbar kiribûn jî wiha axivî:
“Ez ji xwe her tim eşkere dibêjim, herî kêm 3 zarokan bînin. Ev ne polîtîkaya min a veşartî ye. Min ti carî ne veşartiye. Li wir min eşkere gotiye, lê îstismara vê naqede. Pêwîst nake bersiva îstismara wan bidim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin