NY: Sûriye derbarê bernameya çekên kîmyewî de agahiyên rast nade
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Bernameya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Bêçekkirinê Adedeji Ebo, ragihand ku rêveberiya Sûriyê derbarê bernameya xwe ya çekên kîmyewî de agahîyên rast nade wan.
Ebo, di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY li ser bernameya çekên kîmyewî ya Sûriyê de axivî û got, gera dawî ya hevdîtinên şanda Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya ligel berpirsên Sûriyê de ku meha Gulanê hate kirin, wan daxwaza ravekirineke nû ji rêveberiya Sûriyê kiriye.
Adedeji Ebo, da zanîn ku Sûriyê derbarê bernameya xwe ya çekên kîmyewî de agahiyên rast nedane şanda NY ku hevkariya tam di vî warî de şert e.
Ebo bang li endamên Konseya Ewlekariyê jî kir ku bihevre tevbigerin û rê nedin welatên endam çekên kîmyewî dabîn bikin.
Li aliyê din Balyozê Sûriye yê NY Kusay Dahak jî îdiayê Ebo red kirin û ragihand, tawanbariyên OPCWê şaş in û ji gotegotan pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin