Kim Jong-un soza lezkirina bernameya çekên kîmyewî da

26 April 2022 16:40 0 dîtin
Kim Jong-un soza lezkirina bernameya çekên kîmyewî da

PeyamaKurd- Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un di axaftina pêşandana leşkerî de soz da ku cebilxaneya nukleerî ya welêt zêde bike. Li gorî ajansa fermî ya Koreya Bakur ragihandiye, Kim Jong- un daye zanîn ku dê di vê mijarê de gavan bi berdewamî bihavêjin.

Di pêşandana leşkerî ya bişev hat lidarxistin de Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un axivî û soz da ku ew ê ji bo bernameya cebilxaneya çekên nukleerê werin zêdekirin, hewil bê dayîn. Hat zanîn ku piştî axaftina Kim jong-un çend moşekên qedexekirî yên balîstîk ên ICBM jî hatine pêşkêşkirin.

Di meha Adarê de Koreya Bakur, piştî 2017an cara yekemîn bû ku ICBMê ceribandibû û ev ceribandin jî di raya giştî ya navdewletî de bûbû sedema şermezarkirinan. Li ser vê ceribandinê Amerîkayê jî li ser Koreya Bakur dorpêç danîbûn.