Pûtîn bernameya çekên atomî eskere kir
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di civîna Konseya Ewlekariyê ya li Kremlînê de, bernameya çekên nukleerî ya Rûsyayê eşkere kir.
Pûtîn, bikaranîna çekên nukleerî ku di dema êrîşeke esmanî ya “giran” de li dijî wan çêbibe û wiha got: ”Her ku em agahiyên pêbawer bi dest bixin ku ji hewa û fezayê çek ber bi me ve hatine avêtin an jî sînorên dewleta me derbas bikin, em ê îhtimaleke wiha binirxînin.
Serokê Rûsyayê ragihand ku wan bernameya nukleerî ya welatê xwe nû kiriye û wiha pê de çû: “Êrîşa li dijî Rûsyayê ya ji aliyê welatekî ne nukleer ve, bi beşdarbûn an jî piştgiriya hêzeke nukleerî, wê wek êrîşeke nukleerî ya li dijî Federasyona Rûsyayê bê qebûlkirin.”
Pûtîn go ku di nav çekên wan ên atomî de, “Jetên stratejî û taktîkî, moşekên nukleerî yên birêvebir, balafirên bê mirov û her wiha amûrên firînê yên hîpersonîk û yên din di nav de hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin