IAEAyê biryarnameyek li dijî Bernameya Atomî ya Îranê pejirand
PeyamKurd – Encûmena Parêzgaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) îro biryarnameyeke krîtîk ku ji hêla Brîtanya, Fransa, Almanya û Amerîkayê ve hatibû pêşniyarkirin, li dijî bernameya atomî ya Îranê pejirand. Biryarname bi 19 dengên erê, 12 dengên bêalî û 3 dengên na, hat qebûlkirin.
Daxwazên sereke ji Îranê:
Biryarname gelek daxwazên sereke li ser Komara Îslamî ya Îranê ferz dike, di nav de:
- Rapordayîna bi hûrgilî: Hewce ye ku Îran raporeke bêkêmasî û domdar li ser hemî çalakiyên xwe yên atomî pêşkêş bike.
- Hemahengiya lezgîn: Daxwaz tê kirin ku Tehran bi awayekî lezgîn û berfireh bi IAEA re hemahengiyê bike. Gihîştina bêsînor: Divê Îran destûrê bide mifetîşên IAEAyê ku bi tevahî bigihîjin hemî malperên wê yên atomî, bi taybetî yên ku berê di bin çavdêriya Amerîka û Îsraîlê de bûn an bûne hedef.
- Zelalkirina gumanan: Hewce ye ku Îran bersivên zelal bide hemî guman û şikên ku li ser cewherê bernameya wê ya atomî hene.
Helwesta rêveberê giştî û bertekq Îranê:
Berî dengdanê, Rêveberê Giştî yê IAEAyê, Rafael Grossi, di destpêka civînê de tekez kiribû ku rewşa rezervên ûranyûma dewlemendkirî ya Îranê divê ji aliyê mifetîşan ve bi lez were zelalkirin û ji nû ve were rastkirin.
Di bersivê de, Îranê bi tundî hişyarî dabû. Karbidestên Tehranê beriya dengdanê gotibû ku pejirandina vê biryarnameyê "şaşiyeke mezin" e û tekez kiribûn ku ew ê tevgera Rojava "bêbersiv" nehêlin. Tê payîn ku ev biryarname bandoreke nû li ser têkiliyên Îranê yên bi hêzên cîhanî û bi taybetî yên bi welatên Rojava re bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin