Rûsyayê li dijî DYAyê biryarnameyeke nû erê kir!
PeyamaKurd – Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn erê kir ku mal û milkên DYAyê yan jî şîrket û kesên girêdayî DYAyê li welatê xwe ji bo telafîkirina ziyanên ku gihaştine Rûsyayê yan jî Banka Navendî ya Rûsyayê, werin bikaranîn.
Biryarnameya bi îmzeya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku tê de gavên ku li dijî mal û milkên DYAyê yên li Rûsyayê tên avêtin, di sîstema agahiya hiqûqî ya welêt de hat weşandin.
Li gorî vê yekê xwediyên mafên ku ji aliyê DYAyê ve zirar dîtine dikarin serî li dadgehên Rûsyayê bidin û mal û milkên DYAyê û şîrket û kesên girêdayî DYAyê yên li vî welatî ji bo tazmînata zerara ku hatiye tespîtkirin dikarin bên bikaranîn.
Di biryarnameya navborî de, hukûmetê destûr daye ku samanên Amerîkî yên ku dikarin li Rûsyayê werin bikaranîn di berdêla samanên Rûsî yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hatine cemidandin, di nav de yên girêdayî Banka Navendî ya Rûsyayê jî di nav de, destnîşan bike.
Senatoya DYAyê di 24ê Avrêlê de şandina samanên Rûsî yên cemidandî ji bo Ukraynayê pejirandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin