Ji Îsraîlê hisyariya hevdîtinên Vîyenayê: Bernameya atomî ya Îranê ji bo hemû cîhanê gef e

11 February 2022 17:03 0 dîtin
Ji Îsraîlê hisyariya hevdîtinên Vîyenayê: Bernameya atomî ya Îranê ji bo hemû cîhanê gef e

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid ligel Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, li Tel Avîvê civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xist û di çarçoveya hevdîtinên Vîyenayê yên bernameya atomî ya Îranê daxuyanî dan.

Yair Lapid bibîr xist ku bernameya atomî ya Îranê, ne tenê ji bo Îsraîlê ji bo hemû cîhanê gef e û got ku nabe welatên beşdarî danûstandinên Viyaneyê dibin, gef û êrîşên Îranê jibîr bikin.

Lapid da zanîn: “Me ligel Wezîra Derve ya Almanyayê behsa gotûbêjên Viyenayê kir, ku Almanya yek ji wan welatên beşdar e, min helwesta Îsraîlê jê re eşkere kir ku bernameya atomî ya Îranê li ser hemû cîhanê gef e, ne tenê li ser Îsraîlê.”

Yair Lapid herwiha bi bîr xist, ew sê welatên Ewropayê yên li nav gotûbêjan cî digirin nikarin gefên Îranê paşguh bikin ku ji bilî bernameya atomî, ji bakur ve Hîzbullah û ji başûr ve Hemas heye û gef û êrîşên xwe yên terorîstî li Yemenê jî dikin.