Kîm soza paqijkirina çekên nukleer ji Nîvgirava Koreyê da
PeyamaKurd - Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un ragihand, ji bo ku Nîvgirava Koreyê ji çekên nukleer bêne paqijkirin û di dahatûyê da hemû ceribandinên moşekan ên ku menzîlên wan dirêj in bêne rawestandin, ew soz dide.
Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un li Pyongyangê heyeta ji Koreya Başûr qebûl kir û li wir sozê xwe yê ji çekên nukleer paqijkirina Nîvgirava Koreyê û di pêşerojê da rawestandina hemû ceribandinên moşekan dubare kir.
Kîm di hevdîtinê da got ew hewl didin di navbera herdu aliyan de aştiyeke mayînde û îstiqrar çêbibe, tirsa şer û talûkeya pevçûnê ji holê rabe, nîvgirav ji çekên nukleer bên paqijkirin.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koreya Başûr Chung Euî-yongê serokatiya heyeta Koreya Başûr dike jî piştî hevdîtina bi Kîm ra daxuyanî da rojnamevanan.
Chung daxuyand di mijara jiholêrakirina çekên nukleer de Kîm gelek caran soz daye, lê civaka navneteweyî ji vê biryara wî dikeve şikê, ew jî ji ber vê şikê xeyalşikestî ne.
Chung got Serokê Koreya Başûr Moon Jae-în, wê di navbera 18-20 Îlonê da Koreya Bakur ziyaret bike.
Di 26ê Gulanê da jî Moon û Kîm hatibûn bal hev û li ser pêvajoya aştiyê ya di navbera herdu welatan da axivîbûn.
Herdu serok di nav vê mehê da jî wê hevdîtinekê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin