Hikûmeta Iraqê soza bicihkirina rêkeftina siyasî ya bernameya hikûmetê da!
PeyamaKurd - Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, daxuyaniyek belav kir ku tê de dibêje, hemû aliyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê pabendbûna xwe bi rêkeftina siyasî ya bernameya birêvebirina hikûmeta Iraqê dikin.
Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi amadebûna Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokowezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, ji bo gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê civiya.
Piştî civîna şeva borî Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê daye xuyakirin, Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bûyerên vê dawiyê yên li Kerkûkê şermezar kir û ragihand, ew tiştên ku li Kerkûkê qewimîne nayin qebûlkirin û ti bihane jê re nînin. Hate destnîşankirin, divê pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyane di berjewendiya welatiyên Kerkûkê de bên çareserkirin.
Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê daxwaza pabendbûna bi gotara niştimanî kir ku piştevaniya aştî, ewlehî û aramiyê li parêzgeha Kerkûkê bike û tekeziyê li ser biratî û pêkvejiyana pêkhateyên parêzgehê bike.
Hate diyarkirin ku beşdarên civînê li ser çend xalan li hev kirin, ji wan jî avakirina komîteyekê ji serkirdetiya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ji bo serdana parêzgeha Kerkûkê bike û li gel hemû pêkhate û aliyên parêzgehê bicive, ji bo dîtina çareseriyeke bilez ji kêşeyan re, bi taybetî pirsa baregehan û guhertinên îdarî li parêzgehê bi awayekî ku hevsengiya di navbera pêkhateyan de biparêze.
Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê piştgirî da biryara Parlamentoya Iraqê ya avakirina komîteyeke parlamentoyê ji bo lêkolînkirina bûyerên Kerkûkê û tekezî li ser pêwîstiya eşkerekirina encamên lêkolînan ji raya giştî re kir û her kesê ku destê wan di bûyeran de hebe, lêpirsîn pê re were kirin.
Di civînê de, mijarên din ên siyasî bi taybet pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hemû aliyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi rêkeftina siyasî ya ku di bernameya wezîran de hatiye destnîşankirin û ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye pesendkirin, kirin.
Li ser pirsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di yasaya budceyê de jî, Hevpeymaniyê piştevaniya xwe bo biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo mêvandariya wezîrên darayî yên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da, ji bo gotûbêjkirina vê pirsê û dîtina çareseriyeke guncav.
Hêjayî gotinê ye, Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ku hikûmeta niha Mihemed Şiya Sûdanî ava kirine, ji Çarçoveya Hevahengiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hevpeymaniya Azim, Siyade, Babiliyon pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin