Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê: ‘Heta rêkeftina Pêsmerge û Iraqê bicih neyê, wê êrîs berdewam bin’
PeyamaKurd - Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê di odeya hevbeş ya operasyonên Iraqê de, Ebdulxaliq Telet got, heta valahiya ewlehîya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de neyê tijekirin û rêkeftinên hatine kirin neyên çalak kirin, wê DAIŞ bi kêfa xwe tevbigere. Telet herwiha destnîşan kir ku heger ew rêkeftin neyên bicihkirin wê êrîşên wekî ser balafirxaneya Hewlêrû û Kifriyê jî wê berdewam bin.
Nûnerê hikûmeta Kurdistanê Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re daye xuyakirin, me û artêşa Iraqê li ser eniyên Kerkûk, Diyale, Mexmûr û heta digehîje Sihêla, rêkeftinek kiribû lê hîn ew rêkeftin aktîf nebûye.
Ebdulxaliq Telet dibêje, heta ew valahiya ewlehîya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê neyê tijekirin û rêkeftinên han neyên çalakirin, wê DAIŞ bi kêfa xwe hereket bike.
Bberpirsê serbazî yê Hikûmeta Kurdistanê hişyarî da û got, eger ew valahî neyê tijekirin, êrîşên mîna balafirxaneya Hewlêr û Kifrî wê berdewam bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin