Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê: Hikûmeta nû ya Iraqê vê mehê pêk were

05 February 2020 13:10 0 dîtin
Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê: Hikûmeta nû ya Iraqê vê mehê pêk were

PeyamaKurd - Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê dibêje, kî dibe serokê hikûmeta Iraqê bila bibe ya girîng ew e girêdayî destûrê be û mafên gelê Kurdistanê dabîn bike.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, biryar e vê mehê hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Tofîq Ellawî pêk were. namzedê pêkanîna hikûmetê dê îro yan sibê dest bi danûstandina bi aliyên siyasî re bike.

Faris Îsa her wiha gotiye, ti pirsgirêka kurdan bi wî re nîne. Kî dibe serokê hikûmetê bibe bibe ya girîng ew e ku girêdayî Destûrê be û mafên gelê Kurdistanê jî dabîn bike û rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê jî bicîh bîne.

Bi gotina wî berpirsê hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta nû ya Iraqê dê heta hilbijartinan be û bi hilbijartinan re dê hikûmetek din were avakirin.