Hikûmeta Kurdistanê mercê radestkirina dahatan bo Bexdayê eskere kir: Ne tenê mûçe...

16 January 2025 16:27 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê mercê radestkirina dahatan bo Bexdayê eskere kir: Ne tenê mûçe...

PeyamaKurd - Şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Safîn Dizeyî, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omîd Sebah, Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih û hejmarek wezîr û serokên fermangehan pêk hatibû, îro 16ê Çile li Hewlêrê bi konsul û nûnerên welatan re civiya.

Piştî civînê, Berdevkê Hikûmeta herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di civîneke rojnamevanî de da zanîn, di civîna bi konsul û nûnerên welatan re de, pêwendîyên Hewlêr û Bexdayê, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrolê û rewşa Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din hatin gotûbêj kirin.

Li ser mijara mûçeyan û radestkirina dahatan bo Bexdayê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “Em amade ne ku dahata navxweyî radestî Bexdayê bikin û me berê jî ev yek gotibû. Lê bi mercê ku hemû bûdceya Herêma Kurdistanê bê şandin, ne tenê mûçe.”

Hinardekirina petrola Kurdistanê

Pêşewa Hewramanî li ser ji nû ve destpêkirina hinardeya petroê got: "Em amade ne ku petrolê bi rêya kompanyaya SOMO re bifroşin. Lê kê proseya hinardekirina petrolê sist kir û bû sedem ku xezîneya Iraqê zêdetirî 25 milyar dolaran winda bike? Helbet ti binpêkirin ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatine kirin, lê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve. Her çend e niyaza Serokwezîrê Federal hebe ku vê pirsê çareser bike jî, lê hêz û aliyên din hene ku dikarin rê li ber cîbicîkirina rêkeftinan bigirin.”

Pêşewa Hewramanî ji konsul û nûnerên welatan re diyar kir: “Li welatên we gelek pêkhate û olên cuda hene, lê me qet nebihîstiye ku mûçeyên wan hatine birîn û hatine birçîkirin. Ji ber wê jî divê helwesta we li ser tiştên ku di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de diqewimin, hebe.”