Hikûmeta Kurdistanê projeya yekxistina dahatan pesend kir
PeyamaKurd - Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrur Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî civîna xwe ya heftane li dar xist.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê ya piştî civînê hatiye belavkirin tê gotin, di destpêka civînê de, Serokê Hikumetê ronahî xiste ser serdana hefteya bûrî ya Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence bo Hewlêrê, ku tekezîkirina li ser rola girîng a Herêma Kurdistanê li navçeyê bû.
Piştre guftûgo derbarê derencamê civîna şanda danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê hat kirin, ku bi rasperdeya rasterast a Serokê Hikûmetê bû. Endamên şandê dawî pêşketinên rewşa danûstandinan û guftûgoya di navbera Hikûmta Herêmê û Hikûmeta Federal pêşkêş kirin.
Encûmena Wezîran xweşhaliya xwe nîşan da bi pêşveçûna guftûgoyan, bi arasteya rêkeftina li ser projeya budceya federal a sala 2020an, ku ji niha ve ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê de di qonaxa amadekirinê de ye.
Encûmena Wezîran tekezî li pabendiyên Herêma Kurdistanê li hember dabînkirina tevahiya mafan û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê kir, bi berçavgirtina berjewendiyên giştî yên hevbeş ên herdu aliyan. Biryar jî, di destpêka hefteya bûrî de, şanda danûstandkar serdana Bexdayê bike.
Piştre, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab raportek derbarê mekanîzma bicihkirina biryara Encûmena Wezîran a taybet bi rêkxistin û yekxistina tevahiya dahatan bo Wezareta Darayî û Aborî û pêdaçûn û terxankirina xerciyan li ser bingeha pêwîstî û karên pêşîne pêşkêş kir.
Encûmena Wezîran ew raport pesend kir û Wezareta Darayî û Aborî raspard, ku rêkarên pêwîst bo kêmkirina rotîna xerckirina pêşîne yên wezaretan bigire ber, bi awayekî asankarî bê kirin, bo bikarin kar û projeyan di çarçova taybetmendiya desthilatan de
Wezîrê Şarewanî û Geştûguzarê Sasan Ewnî, çend ronîkirinên pêwîst derbarê projeya pêwera ava malan pêşkêş kir û amaje bi wê da, ku rojane (2.1 milyon metro sêcar) ava şîrîn tê berhemanîn, ku têçûna giştî rojane li ser hikûmetê (840 milyon Dînar) e, ku mixabin rojane (850 hezar metro sêcar) ava pak a vexwarinê vala diçe, ku têçûna wê rojane digihe (340 milyon Dînar) û salane zêdetir ji (124 milyar Dînar) e, ev jî dibe sedema windakirina 40 mîge wat rojane.
Encûmena Wezîran piştevaniya berdewambûna projeya danana pêwerên ava malan dike û daxwaz ji welatiyan dike, berpirsatiya parastina avê bigirin stûyê xwe, ku sameneke xwazayî ye û sînorekê ji herdirçûna wê danin, ji ber ku xerciya wê li ser hikûmetê gelek e.
Di dawiya civînê de, Wezîrê Kehrebê Kemal Mihemed Salih ronîkirinên pêwîst bi data û zanyariyan da, derbarê kêmbûna demjimêrên dana kehrebeya niştimanî bo welatiyan, ku ji encama bikaranîna zêdetir bi sedema werzê Zivistanê çê bûye, fişar li ser tora kehrebê dirust bûye û Wezîrê Kehrebê amaje bi hewlên wezaretê di vê derbarê de kir. Encûmena Wezîran biryar da, di civînên bê de danûstandinên zêdetir li ser vê pirsê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin