Wezîrê Tirk: Armanca me ew e ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelek projeyan pêk bînin
PeyamaKurd – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar serdana Hewlêrê kiribû diyar kir, armanca wan ew e ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelek projeyan pêk bînin.
Piştî ku şeva borî Wezîrê Derve Hakan Fîdan hat Hewlêrê, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar îro serdana Hewlêrê kir.
Alparslan Bayraktar li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muhammed û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ve hat pêşwazîkirin.
Wezîr Bayraktar beşdarî hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bû.
Bayraktarê ku piştî hevdîtinê li ser platforma medyaya civakî ya X a ku berê wek Twitter dihat nasîn parve kir diyar kir, ew dixwazin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelek projeyan pêk bînin.
Bayraktar got, "Em îro ji bo gotûbêjkirina mijarên aktuel bi taybetî di warê enerjiyê de li Hewlêrê ne" û wiha got, "Em dixwazin bi Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê re gelek projeyên ku di hemû waran da ji bo ewlekariya dabînkirina me bike pêk bînin." enerjiyê, ji petrolê bigire heta gaza xwezayî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin