Wezîrê Berevaniya Tirkiyê digel fermandaran çû ser sînorê Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî rûdana şerê navbera PKKê û artêşa Tirk û êrîşa asmanî ya balafirên Tirkiyê li nav sînorên Herêma Herêma Kurdistanê, îro Yekşemê 24ê Kanûnê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, serdana xeta sînor kir.
Wezareta Berevaniya yê Tirkiyeyê ragihand, Yaşar Guler tevahiya şevê ji Navenda Operasyonên Hêza Asmanî operasyon bi rê ve biriye û danê sibê jî çûye ser xeta sînorê Iraqê (Herêma Kurdistanê).
Wezaretê da xuyakirin, bi Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler re, Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û hemû astên fermandariyê amadehî kirine.
Hêjayî gotinê ye, şeva borî Wezareta Berevaniyê Tirkiyeyê ragihand ku balafirên wan 29 dever û bingehên PKK û YPGê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.
Hatiye diyarkirin ku ew êrîş ji bo tolhildana 12 leşkerên di şerê du rojên borî de hatine kuştin û birîndarkirin, hatiye encamdan. Li gorî Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê, di êrîşan de 29 çekdarên PKKê jî hatine kuştin.
Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê jî ragihandine ku di êrîşên balafirên şer ên Tirkiyê de, çend navendên sivîl hatine armanckirin û sivîlek jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin