Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: Amerîka bi rihê hevpeymantiyê pistgiriya YPGê dike

28 September 2021 11:35 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: Amerîka bi rihê hevpeymantiyê pistgiriya YPGê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar siyaseta Amerîkayê ya ji bo piştevaniya li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rexne kir û diyar kir, tevî ku Tirkiye û Amerîka hevpeymanên hev in, lê belê Amerîka bi rihê hevpeymantiyê piştgiriya YPGê dike û çek û cebilxaneyê dide wê hêza Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, roja 27ê Îlona 2021ê bi rêya vîdyokonferansê ligel çendîn fermandarên pilebilind ên wî welatî civiya û di civînê de mijarên ewlehî, berevanî û geşedanên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Hulusî Akar di civînê de qala rewşa dawî ya li Sûriyê û piştevaniya Amerîkayê ya ji bo YPGê kir û ji ber vê siyasetê rexneyên tund li Waşingtonê girt.

Akar amaje bi pêwendiya di navbera PKKê û YPGê de kir û eşkere kir, bi awayekî eşkere herkes jî dizane ku tu cudahiyek di navbera PKKê û YPGê de nîne, ev her du jî rêxistinên terorî ne, YPG bi awayekî eşkere PKK bixwe ye û derbarê vê yekê de gelek belge û dîmen hene.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê destnîşan dike, tevî ku belge hene YPG heman PKK bixwe ye, “lê em dîbînin ku hevpeymana me ya Amerîka hêj jî bi çek, cebilxane û kelûpelan piştgiriyê dide wan. Bi mixabinî ve em dibînin.”

Herwiha di beşeke din a axavtina xwe de Hulusî Akar da zanîn, Tirkiye bi berdewamî hewl dide, Amerîka dawî li piştgiriya xwe ya bo YPGê bîne û got: “Ji bo ku ev yek bi dawî bê em hewl didin. Em ê li Bakurê Iraqê û Sûriyê li ser têkoşîna xwe ya bi terorê û terorîstan ku gefê li ser welatê me û gelê me çêdikin berdewam bin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî vegera ji civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî, li Stenbolê qala piştevaniya serbazî ya Amerîkayê ya ji bo hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kiribû û derbarê pêwendiyên Tirkiyê bi Amerîkayê re jî gotibû, li gel tu serokên Amerîkayê bi qasî serdema îdareya Biden, têkiliyên wan xerab nebûne.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê qala êrîşên dawî yên Rûsya li ser komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê jî kir û got, di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de rêkeftinek heye. Lê di van demên dawî de bi taybetî êrîşên asmanî zêde bûne û ew rewş ne li gor xalên wê rêkeftinê ye.

Hulusî Akar diyar kir: “Belê rêkeftina me ya ligel Rûsya heye. Di wê rêkeftinê de hinek xal hene û em hewl didin pabendî wan xalan bin û em pabendin. Di vî warî de çi hebe em hewl didin bikin û me kiriye. Lê di van demên dawî de hevalên me jî amaje bi wê dan ku bi taybetî êrîşên asmanî zêde bûne. Ev yek ne li gor xalên rêkeftina me ye û me her demekî ev yek gotiye.”

Ev daxuyaniya Akar di demekê de ye, ku biryar e roja Çarşemê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan serdana bajarê Soçî yê Rûsyayê bike û li gel Vladimir Putîn serokê wî welatî bicive.