Wezîrê Berevaniya Amerîka û Tirkiyê pêseroja balafirgeha Kabulê gotûbêj kirin

09 July 2021 19:29 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Amerîka û Tirkiyê pêseroja balafirgeha Kabulê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê û Tirkiyê di pêwendiyeke telefonî de, pêşeroja ewlehiya balafirgeha Kabul a Afganistanê gotûbêj kirin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin di nava du rojan de, du caran bi rêya telefonê pêwendî kirine.

Di daxuyaniya Wezareta Beravaniya Tirkiyê de hat gotin, di hevdîtinê de li ser rêvebirin û ewlehiya Balafirgeha Kabulê ji nû ve  gotûbêj  hatine kirin.  

Hat diyarkirin ku Tirkiye ev 20 salan e li Afganistanê ye û di 6 salên dawî de ew Balafirgeha Navdewletî ya Hemid Karzaî birêve dibe.

Wezareta Tirk da xuyakirin, “Balafirgeha Navdewletî ya Hamid Karzaî ku tekane pencereya Afganistanê ya ji cîhanê re vedibe ye, ji bo ewlehî, seqamgîrî û aramiya gelê Afganîstanê gelek girîng e. Piştî ku Mîsyona Piştevaniya Bibiryar bi dawî hat,  ji bo ewlehî û aramiya birayên me yên Afganî xebatên me yên piştevaniyê ji bo rêvebirina Balafirgeha Navdewletî ya Hemîd Karzaî berdawam dikin.”