Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: Hevdîtinên me yên bi Amerîkayê re erênî derbas dibin

07 August 2019 13:53 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: Hevdîtinên me yên bi Amerîkayê re erênî derbas dibin

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar derbarê hedîtinên Tirkiyê yên bi şanda Amerîkî re li ser herêma ewle daxuyaniyek da û diyar kir ku hevdîtin bi erênî derbas dibin.

Wezîrê tirk Hulusi Akar derbarê hevdîtinan de got, “daxwaza me ev e ku em bi Amerîkayê re kar bikin."

Akar, “Hevdîtin niha didomin. Em çaverê ne ku di demên pêş de hevdîtin bi encam bibin. Di hevdîtinan de em dibînin ku muxatabên me nêzîkî nêrînên me dibin. Hevdîtin erênî û baş derbas dibin.”

Akar wiha domand, "Em hêvî dikin ku bi hevkarên xwe re di nava hevsengiyê de tevbigerin. Eger ev yek pêk neyê, wekî ku me gelek caran aniye zimên jî, em dê tiştên pêwîst bikin. (Li ser herêma ewle) planên me, amadekariyên bicîkirina yekîneyên me bi dawî bûn lê em em hez dikin ku bi Amerîkayê re tevbigerin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji sazî û dezgehên fermî yên li bajar û bajarokên ser sînorê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re bi egera destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî rojhilatê Firatê fermaneke seferberiyê şandibû