Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê berevaniya nistimanî ya Tirkiyê civiya

07 February 2024 15:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê berevaniya nistimanî ya Tirkiyê civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Berevaniya Netewî ya Tirkiyê Yaşar Guler ku duh hatibû Hewlêrê civiya.

Tê payîn ku piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî û Wezîr Guler daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê bidin.

Yaşar Guler piştî serdana xwe ya duh a paytexta Iraqê Bexdayê, bi şev gihîşt Hewlêrê.

Wezîr Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak dema gihîştin Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ve hatin pêşwazîkirin.