Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Wezîrê Berevaniya Amerîkayê kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Llyod Austin, îro 7ê Adarê piştî serdana Bexdayê derbarê Herêma Kurdistanê bû û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Şanda bilind a Wezareta Berevaniya Amerîkayê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya û piştre jî li Serokatiya Herêma Kurdistanê ligel Nêçîrvan Barzanî civiya.
Piştî civînê li Serokatiya Herêma Kurdistanê civîneke hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de got: "Em li ser wê yekê hevnêrîn in ku çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo aramiya herêmê girîng e.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Herêma Kurdistanê dê her dem bibe faktora aramiyê ji bo herêmê... Em spasiya berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmerge dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin