Nêçîrvan Barzanî pêswazî serokê berê yê Fransa François Hollande kir

26 February 2019 15:11 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî serokê berê yê Fransa François Hollande kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokê berê yê François Hollande kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li serokê berê yê Fransa François Hollande kir.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, di hevdîtinê de behsa alîkariyên Fransa di dema şerê DAİŞê de her wiha hevkariya navbera hêzên Fransî û Pêşmerge di şerê DAİŞê de hat kirin.

Hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî spasiya Fransa û Hollande kiriye ji ber alîkariyên ku Fransa di dema serokatiya wî de pêşkêşî Kurdistanê kiribû.

Hollande doh jî ji aliyê Serok Barzanî û şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.  

Serokê berê yê Fransa François Hollande, doh ji bona ku tevlî merasima bibîranîna rojnamevana kurd  Şîfa Gerdî bibe, hat Hewlêrê.