Wezîrê Berevaniya Amerîka Pete Hegseth pistevaniya xwe bo hevpeymanan ragihand
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Amerîka yê nû Pete Hegsethê 44 salî ku piştî sondxwarina li Senatoyê dest bi karê xwe kir got, ew ê piştgiriya hevpeymanên xwe bikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth wiha axivî: “Serbilindiya jiyana min e ku ez bûm pêşengê cengawerên Wezareta Berevaniyê. Bi serokatiya Donald Trump ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e, em dê berjewendiyên Amerîkayê bikin xala sereke û em qet jê venagerin.”
Pete Hegseth got: “Serok erkekî zelal daye me ku ew jî bidestxistina aştiyê ye bi rêya hêzê ye. Em dê vê armancê bi 3 rêbazan bi dest bixin; vegerandina miameleya cengawerane, avakirina artêşa me û amadekirina zemîna dûrxistina gefan.”
Hegseth diyar kir, “Em dê zemîna dûrxistina gefan a bi rêya parastina niştiman li erd û asman bi dest bixin. Em dê bi hevpeymanên xwe re li ser kêmkirina şerê li derdora Deryaya Pasîfîk ê ji aliyê Çîna komunîst ve bixebitin. Em dê ji bo bidawîanîna şeran piştgiriya erkên pêşîn ên serok bikin. Em dê piştgiriya hevpeymanên xwe bikin û divê dijmin jî hişyar bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin