Wezîrê Berevaniya Iraqê: Êrîsên Tirkiyê nayê wateya binpêkirina serweriya Iraqê

31 August 2021 10:03 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Iraqê: Êrîsên Tirkiyê nayê wateya binpêkirina serweriya Iraqê

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Iraqê diyar kir, êrîş û bombebaranên artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Iraqê (Herêma Kurdistanê) ne binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Wezîrê Berevaniya Iraqê Cumhe Înad di semînara Rafîdeyn de li Bexdayê qala serweriya Iraqê kir û da zanîn, ew êrîşên ku Tirkiyê li deverên sînorî li dijî PKKê pêk tîne, serweriya Iraqê binpê nake.

Wezîrê Berevaniya Iraqê herwiha destnîşan kir, Tirkiye ji bo wan êrîşan behane hene, ew jî hebûna hêzên PKKê ye, ji ber wê jî êrîşên Tirkiyê nayê wateya binpêkirina serweriya Iraqê.

Bi gotina wî wezîrê Iraqî, êrîşên Tirkiyê bê hemahengî bi Iraqê re tên kirin.