Wezîrê Urdinê wê bi berpirsên Iraqê re êrîsên Tirkiyê gotûbêj bike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Urdinê bi serdaneke fermî diçe Iraqê ku mijara sereke ya serdanê êrîşên Tirkiyê yên bi ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê de ne.
Li gorî çavkaniyên hikumeta Iraqê, wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefedî îro serdana Iraqê dike.
Sefedî wê bi serokê Iraqê Berhem Salih, serokwezîr Mistefa Kazimî, serokê parlamenê Mihemed Helbûsî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên re bicive.
Çavkaniyên hikûmeta Iraqê derbarê vê serdanê de dibêjin, “Di vê serdanê de wê têkiliyên dualî, xebatên herêmî û navnetewî yên li dijî DAIŞê û herwiha êrîşên Tirkiyê û binpêkirinên wê yên dubare li ser serweriya Iraqê werin gotûbêjkirin.”
Li gorî heman çavkaniyan, wê rewşa Sûriye, Lîbya û Yemenê jî werin gotûbêjkirin.
Wezareta Derve ya Iraqê jî ragihandiye ku wezîrên derve yên herdu welatan wê piştî hevdîtinan, civîneke taybet pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin