Wezîrê Tirkiyê bi Serokmar û Serokwezîrê Iraqê re civiya: 'Iraq binpêkirina serweriyê red dike'
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Metîn Gurak serdana Bexdayê kirin.
Hate ragihandin ku Guler û Guran piştî bi serokkomarê Iraqê re civiyan bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re jî civiyan.
Ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, di civînê de serokwezîrê Iraqê ji şandeya Tirkiyeyê re ragihandiye ku ew binpêkirina serweriya welatê xwe red dikin û ji bo vê jî ew ê hemû tedbîran bigirin.
Tê çaverêkirin ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Metîn Gurak piştî hevdîtinên li Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê jî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin