Serokwezîrê Iraqê Evdilmehdî wê 15ê mehê serdana Tirkiyê bike

11 May 2019 14:37 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê Evdilmehdî wê 15ê mehê serdana Tirkiyê bike

PeyamaKurd - Rayedarekî Tirkiyê ragihand ku biryar e Serokwezîrê Iraqê ya Adil Evdilmehdî serdana Tirkiyê bike.

Nûnerê serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan ê karûbarên Iraqê, Veysel Eroglu di civîneke parlamentoya welatê xwe de ragihand, li gel Iraqê derbarê pirsgirêkên av û vîzeyê de em di hemahengiyê de ne.

Veysel Eroglu ragihand, serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî bo gotûbêjkirina pirsgirêkên peyvendîdar ên di navbera Bexda û Enqerê de, 15ê vê mehê serdana Tirkiyê bike û li gel Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bicive.