Serokwezîrê nû yê Iraqê serdana Îranê dike û belgeyekê îmze dike

28 November 2022 19:37 0 dîtin
Serokwezîrê nû yê Iraqê serdana Îranê dike û belgeyekê îmze dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, sibe 29ê Mijdarê bi serdaneke fermî diçe Îranê.

Rayedarên Iraqê ragihandine ku wê Sûdanî sibe Sêşemê, piştî hatina ser kar cara yekem bi serdaneke fermî biçe Tehranê.

Derbarê serdana Sûdanî ya Îranê de, Berpirsê Karûbarên Siyasî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Muhammed Cemşîdî daxuyanî daye û gotiye, mebesta bi vê serdanê bihêzkirina têkiliyên dualî yên Tehran û Bexdayê ye û daye zanîn, wê heyetên Iraq û Îranê mijarên siyas û aborî gotûbêj bikin.

Hat diyarkirin ku wê Sûdanî bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re bicive û herdu alî belgeyeke derbarê berfirehkirina pêwendiyên dualî de îmze bikin.