Serokwezîrê Iraqê Abdulmehdî serdana Amerîka û Îranê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehî serdana Amerîka û Îranê dike û di wan serdanan de wê rûdanên sereke yên herêmên bêne gotubêjkirin.
Abdulmehdî di civînana rojnamevaniyê ya heftanê de ragihand ku ew dê serdana Washington û Tehranê bike, “Ez dê serdana Washington û Tehranê bikim û derbarê rewşa herêmê û krîza heyî de gotubêjan bikim.”
Wezîrê Derve yê Cewad Zerîf roja şemiyê li Bexdayê Serokwezîrê Berhem Salih re civiyabû. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Rojnamevaniyê ya Serokwezîrtiya Iraqê di hevdîtinê de ‘ji bo kêmkirina ragêşiyê li herêmê rêlibergirtina şerî’ gotûbêj hatibûn kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin