Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî sibê diçe Tirkiyê

14 May 2019 22:43 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî sibê diçe Tirkiyê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî li ser daweta serokê Tirkiyê Tayîp Erdoğan sibê diçe Tirkiyê. Abdulmehdî ragihand ku gelek mijar hene bi Tirkiyê re li serê biaxifin û weha got:

“ Divê Tirkiye bi awayeka ciddî sermaye bixe Iraqê û di seha aboriyê de ciyekî fireh bigre. Ev bo me gelek girîng e. Mijara ewlekariyê ya bi Tirkiyê re, pêşdeçûnên li Sûriyê, halê Sincarê û gelek mijarên din hene weka mijara avê ku em li serê biaxifin.”

Abdulmehdî di mijara têkiliyên navbera Amerîka û Îranê de got ku her dû alî dostên Iraqê ne û naxwaze bigihên asta şerekî.