Serok Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re civiya
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro 22yê Mijdarê bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û ji aliyê payebilindên hikûmeta Iraqê ve hat pêşwazîkirin.
Serok Barzanî di serdana Iraqê de, pêşî bi Serokwezîrê Iraqê yê nû Adil Ebdulmehdî re civiya ku tê çaverêkirin, mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, pirsa asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin gotûbêj kirin.
Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Iraqê Berhem Salih ku ji lîsta YNKê bûye serokomarê Iraqê roja serdana Serok Barzanî ji nişka ve çû Îtalyayê ku ev ne serdaneke çaverêkirî bû.
Li gor şîroveyên siyasî yên Kurdistanê, ti girîngiyeke Berhem Salih ligel Serok Barzanî tine ye, Berhem Salih ji bo wergirtina posta serokkomariya Iraqê xeletiyek mezin kiriye, bûye sedema parçebûna nav mala kurd û hiştiye xelkên din bi sivikî li îstîqaqê kurdan binêrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin