Austin: Min Wezîrê Berevaniya Tirkiyê teswîq kir ku endamtiya Swêdê ya NATOyê pesend bike
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku wî Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler ku li Brukselê bi wî re hevdîtin kiribû, teşwîq kir ku endamtiya Swêdê ya NATOyê pesend bike.
Wezîrên Parastinê yên welatên endamên NATOyê ji bo amadekariya Lûtkeya Lîderên NATOyê ya ku wê di navbera 11-12ê Tîrmehê de li Vilnius a paytexta Lîtvanyayê bê lidarxistin, li Brukselê hatin cem hev.
Wezîrê Amerîkayê Lloyd Austin ku beşdarî civînê bû, yekem hevdîtina xwe ya dualî ligel Yaşar Guler ku 10 roj berê li Tirkiyê dest bi karê xwe yê Wezîrê Berevaniyê kiribû, kir.
Di civîna çapemeniyê de Austin got, ew ji bo hevdîtina Guler hatin cem hev û ji ber wezîfeya wî ya nû pîrozbahî li wî kirin.
Austin bersiva pirsên rojnamevanan da û got, "Helbet ez ji her firsendê distînim, wî teşwîq dikim ku pêşketinan çêbike, endamtiya Swêdê ya NATOyê bipejirîne."
Wezîrê Amerîkî Austin diyar kir, Swêd "demokrasiyek bihêz" e ku xwedî şiyana leşkerî ya girîng e. Herwiha Lloyd bal kişand ser hişyariya Swêdê ya ji çalakiyên li asîman û deryayên Bakurê Ewropayê û destnîşan kir ku bi endametiya NATOyê re jêhatîbûna wê zêde dibe.
Ji aliyê din ve piştî Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê Guler li Brukselê li Navenda Giştî ya NATOyê bi rojnamevanan re hat cem hev.
Guler bal kişand ku Civîna Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê beriya rûniştina roja ewil hat lidarxistin û wiha got: "Di civînê de me careke din piştgiriya xwe ya ji bo yekparçeyiya xak, serxwebûn û serweriya Ukraynayê ku Kirim jî di nav de ye nîşan da."
Guler, diyar kir, wan di civîna Wezîrên Parastinê de ji destpêkê ve nêrînên Tirkiyeyê yên derbarê rojevê de anîne ziman û got,
"Me hesasiyeta xwe ya di derbarê têkoşîna li dijî terorê de jî li vir jî wek her hawirdorê anî ziman. Me destnîşan kir ku divê hem di rûniştinan de hem jî di hevdîtinên xwe yên dualî de li dijî terorê bi her şêwe û nîşanan bê navber têbikoşin. PYD, FETO, DAIŞ, El-Qaîde û hemû rêxistinên terorê yên din jî wiha got: "Me da zanîn, em heta dawiyê bi biryar in ku li ber xwe bidin. Me diyar kir, di vî warî de em ji hemû hevalbendên xwe piştgiriyê dixwazin."
Guler destnîşan kir, "Di hevdîtinên xwe yên dualî de, me ji mitefîqên xwe re ragihand ku em piştgiriyê didin 'Polîtîkaya Deriyê Vekirî' ya NATOyê û Swêd jî dikare weke Fînlandiyayê bibe endama NATOyê, eger bi awayekî şênber sozên xwe yên di Memoranduma Sêyan de hatine tomarkirin bi cih bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin