Wezîrê Tirk: Destpêkirina hinardeya petrolê girêdayî helwesta hikûmeta Iraqê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Enerjîyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ku çend roj berê li konferansa petrolê ya Dubey gotibû, boriya petrolê ji bo hinardekirina petrola Iraq û Kurdistanê bi ser Bendera Ceyhanê de amade ye, cardin daxuyanî da.
Bayraktar vê carê got ku ji bo destpêkirina hinardeya petrolê bi ser bendera Ceyhanê de, divê hikûmeta Iraqê bikeve tevgerê.
Bayraktar daye xuyakirin, ji bo hinardeya petrola Iraqê bo bazarên Cîhanê bi rêya xeta boriyê û bendera Ceyhanê ti pirsgirêkên teknîkî nemane û wan hemû alî agahdar kirine.
Herwiha Bayraktar got, “Destpêkirina herka petrolê wê di çarçoveya hilberîna hikûmeta Iraqê de eşkere bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin