Ji Wezîrê Tirk daxuyaniya danûstandinên destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê

12 January 2024 13:09 0 dîtin
Ji Wezîrê Tirk daxuyaniya danûstandinên destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê

PeyamaKurd – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, di bernameyeke televizyoneke Tirk de, derbarê jinûve destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê û çareserkirina kêşeyan de daxuyanî da.

Bayraktar got ku ew ji bo teşwîqkirina çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de, di nav danûstandinê de ne.

Bayraktar diyar kir: "Ji bo hindardeya petrolê ji nû ve dest pê bike, em bi Bexda û Hewlêrê re di nav danûstandinê de ne.”

Wezîrê Tirk herwiha diyar kir ku boriyên petrolê ji Cotmeha 2023yan ve ji bo hinardeyê amade ne û tenê ji ber neliheviyên ligel Beşdayê hinarde dest pê nekiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê ji 25ê Adara 2023yan ve hinardeya petrola Kurdistanê ya bo bendera Ceyhanê hatiye rawestandin.