Ji Wezîrê Tirkiyê daxuyaniya Sûriyê: Gotinên Esed erênî ne!
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, li ser daxuyaniyên dawî yê Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê asayîkirina pêwendiyên herdu welatan de got, “Em daxuyaniyên dawî yên Esed erênî dibînin û bi qasî diyar dibe, Esed girîngiya banga Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibîne ku ev yek cihê dilxweşiyê ye.”
Guler ji rojnameyeke Tirk re daye xuyakirin ku ew dixwazin rewşa aloz ya di navbera aliyan de gavekê zûtir bidawî bibe û her du welat vegerin karên xwe yên asayî ku di berjewendiya her du welatan de ye.
Wezîrê Tirk daye zanîn, di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pirsgirêkek ku neyê çareserkirin nîne. Dema kêşe hatin çareserkirin, her du welatên cîran bi awayekî asayî dikarin di karên xwe yên asayî de berdewam bin.
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniyên Tirkiyê piştî daxuyaniyên Serokê Sûriyeyê yên roja 25ê Tebaxê tên ku di axaftina xwe ya li pêşiya Parlamentoya Sûriyeyê de gotibû, “Her pêvajoyeke danûstandinê ya bi Tirkiyeyê re, pêwîstiya wê bi lêvegerekê heye ta ku xwe bi ser bikeve.”
Herwiha Esed destnîşan kiribû, “Pêwîstiya derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê ya ku di bin destê wê de ye û pêwîstiya rawestandina piştgiriya wê ji terorê re heye”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin