Ji Tirkiyê daxuyaniya îdiayên vekisîna Amerîka ji Sûriyê!

25 January 2024 21:39 0 dîtin
Ji Tirkiyê daxuyaniya îdiayên vekisîna Amerîka ji Sûriyê!

PeyamaKurd – Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê Zeki Akturk, li avahiya wezaretê civîneke agahdariyê li dar xist.

Di civînê de, berpirsê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê li ser nûçe û îdiayên ku Amerîka wê hêzên xweji Sûriyeyê vekişîne got: “Di vê mijarê de divê em li benda daxuyaniyên fermî bin. Heta em daxuyaniya fermî û pratîka wê nebînin, lazim e em bi îhtiyad nêzîk bibin.”

Hêjayî gotinê ye, li gorî çend çavkaniyên ji Koşka Spî ku ji Kovara Foreign Policy re axivî ne, hatibû îdiakirin ku Koşka Spî êdî mayîna li Sûriyê hewce nabîne û ne dilxwaz e wê misyonê bidomîne.

Herwiha di nûçeyê de hatibû diyarkirin ku li ser dem û çawaniya vekişîna ji Sûriyê jî hevdîtin têne kirin.