Ji Amerîka daxuyaniya pirsa; ‘Gelo Tirkiyê pista xwe dide welatên Rojava?’…

05 June 2023 20:39 0 dîtin
Ji Amerîka daxuyaniya pirsa; ‘Gelo Tirkiyê pista xwe dide welatên Rojava?’…

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan, bersiva îdiayên ku Tirkiye polîtîkaya xwe ya derve ya bi welatên Rojava re li ber çavan derbas dike û pişta xwe daye wan, daxuyanî da.

Jake Sullivan, li ser pirsa rojnamevan Fareed Zakaria ya ‘Gelo kirîna S-300ên rûsî û di kampanya hilbijartinê de dijayetiya Amerîkayê, tê wateya ku Tirkiye polîtîkaya xwe ya derve ya alîgiriya welatên Rojava li ber çavan derbas dike?’ got: “Ez vê ravekirinê gelekî bi îdia dibînim.’

Sullivan anî ziman ku tabloya rewşa Tirkiyeyê ji tişta xuya dike tevlîhevtir e, lê siyaseta serbixwe ya Tirkiye bi derve re, divê wekî guhertina polîtîkaya ligel welatên Rojavayî neyê nirxandin.

Herwiha Sullivan bal kişand ser ku Tirkiye di berevaniya Ukraynayê de dibe alîkar û di dengdana Encûmena Asayîşa Navdewletî de jî piştevaniya serbixweyiya Ukraynayê kiriye.

Sullivan diyar kir ku Serokê Amerîkayê Joe Biden piştevaniya daxwaza F-16an a Erdogan dike û herwiha xwestiye wek endameke bihêz a NATOyê ligel Tirkiyeyê xebatên nêzîk bidomîne.