Ji Amerîka bersiva pirsa, ‘Gelo we ji bo Kurd vegerin Samê çiraya kesk vêxistiye?’

09 June 2023 11:35 0 dîtin
Ji Amerîka bersiva pirsa, ‘Gelo we ji bo Kurd vegerin Samê çiraya kesk vêxistiye?’

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, li Washingtonê di civîna çapemeniyê de, bersiv da pirsên rojnamevanên ên derbarê Sûriyê de.

Patel li ser pirsa rojnamevanekî ya ‘Gelo Amerîka ji bo parastina dahatûya Rêveberiya Xweser (Rojavayê Kurdistanê) ku piştevaniya wê dike, dixwaze bi Şamê re pêwendiyeke fermî bike? Gelo we ji bo vegera Kurdan a Şamê çiraya kesk vêxistiye?’ bersiv da û got, “Heta pêşketineke rastîn çênebe û pabendî biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî nebin, em piştevaniyê nadin asayîkirina pêwendiyên ligel rejîma Beşar Esed.”

Patel ji bo Rojavayê Kurdistanê jî got, “Em piştevaniya damezrandina dewleteke cuda li Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojava) nakin. Em di wê baweriyê de ne ku îstiqrara mayînde girêdayî pêvajoyeke nûnertiya îradeya gel bike ye.”