Aksener li Sêrtê bersiva pirsa esnafekî ya 'Tu niha li Kurdistanê yî, lê ziman û navê welatê me tê înkarkirin' da

28 October 2021 20:59 0 dîtin
Aksener li Sêrtê bersiva pirsa esnafekî ya 'Tu niha li Kurdistanê yî, lê ziman û navê welatê me tê înkarkirin' da

PeyamaKurd - Serokê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener îro 28ê Cotmehê li navçeya Misircê ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, rastî pirsa Kurdî û Kurdistanê hat. Di serdana wê de esnafekî jê pirsa; “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin” kir û wê jî bersiv da.

Dema serdana dikanekê li Misirjê esnafê bi navê Cemil Taşkesen ji Meral Akşener re got: “Em Kurd in zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê mixabin li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Akşener jî ev bersiv dayê: “Kurdbûn, Tirkbûn, Elewîbûn û Sunîbûn nasnameyên etnîkî yên mirovan e. Pêwîst e hemû kes li nasnameyên olî û mezhebî rêzê bigre. Ez ji serî de tiştekî dibêjim; `Em di nav sînorên vî welatî de yek parçe ne, an na? Bersiva pirsê yek e. Wê bersivê hem dê tu hem jî ez ê bidim. Ez Tirk im tu Kurd î. Ji ber wê jî Kurdek û Tirkek dê bersivekê bidin. Ez ê bêjim `Cemîl, li vê erdnîgariyê, wek yek parçeyiya Anadoluyê, ji Edîrneyê heta Qersê di nav vê sîstemê de gelek nasnameyên etnîkî hene, di nav misilmanetiyê de gelek baweriyên cuda hene, mezheb hene. Em di vî warî de yek in, yek parçe ne? Eger ji vêya re bêjî `erê` ... kes te înkar nake. Ne pêkan e ez vêya bi vî awayî qebûl bikim. Ev cudakarî ye. Ne pêkan e qebûl bikim.”

Welatiyekî din jî ji Akşener pirsa, “Di serdema wezîrtiya we ya navxweyî de çend kuştinên kiryar ne diyar çêbûn?” kir.

Akşener di bersiva xwe de got: “Di wezîrtiya min de qet çênebûn. Hûn dikarin rexneyan li min bigrin û ji min nefret bikin. Lê ez derew û bêbextiyan qebûl nakim. Min 8 mehan wezîrtiya navxweyî kir.”

Di serdanê de hin endamên partiya Akşener, nerazîbûn li hember pirsa welatî nîşan dan û bertek nîşanî wî kesî dan û alozî di navbera wan de derket ku polîsan midaxeleya bûyerê kir û welatî ji wir dûr xist. Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, piştî serdana Sêrtê derbasî bajarê Batmanê bû.