Turkan Elçiyê pirsa 'Hûn erenî li pêsniyara namzetiya CHPê dinerin' bersivand

14 March 2023 14:14 0 dîtin
Turkan Elçiyê pirsa 'Hûn erenî li pêsniyara namzetiya CHPê dinerin' bersivand

PeyamaKurd – Turkan Elçiyê pirsa 'Hûn erenî li pêşniyara namzetiya CHPê dinerin' bersivand.

Hevjîna Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî Turkan Elçî destnîşan kir, ji CHPê pêşniyara namzetiyê jê re hatiye. Elçî da zanîn ku hê danûstandin didomin.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo hilbijartinên giştî yên 14ê Gulanê, namzetiya parlamenteriyê pêşkêşî hevjîna Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, ku di dema daxuyaniya çapemeniyê ya 28ê Mijdara 2015an hatibû kuştin kir.

Turkan Elçî jî teklîfa navborî ji TELE1ê re piştrast kir û got, "Danûstandin berdewam in."

Elçî li ser pirsa "Hûn pêşnîyarê bi erênî pêşwazî dikin?" got: “Niha nikarim tiştekî li ser bêjim, lê em ê di demek nêzîk de daxuyaniyekê bidin.

Rojnameger Îsmaîl Saymaz di çend rojên borî de li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kiribû ku parêzer Turkan Elçî hevjîna Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ji aliyê CHPê ve ji bo parlamenteriya Diyarbekirê hatiye pêşniyarkirin.