Awistralyayê pêsniyara Tirkiyê red kir

17 November 2025 19:39 0 dîtin
Awistralyayê pêsniyara Tirkiyê red kir

PeyamaKurd- Awistralyayê pêşniyara Tirkiyeyê ya ji bo mazûvaniya Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî red kir.

Awistralyayê îro 17ê Mijdarê pêşniyara Tirkiyeyê ya mazûvaniya Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ku biryar bû li Adelaideyê were lidarxistin, red kir.

Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese li ser mijarê got ku li gorî Peymana Çarçoveya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Guherîna Avhewayê, mazûvaniya hevbeş ne ​​mimkûn e.

Albanece diyar kir, "Ev ne vebijêrkek e û ji ber vê yekê hatiye redkirin.”