'Amerîkayê berî operasyona Tirkiyê pêsniyara vekisînê li YPGê kir'
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, di daxwazên piştevaniya garantiya ewlehiyê ku ji Amerîkayê dixwestin de bi ser neketine û Amerîkayê jib ber operasyona muhtemel a Tirkiyê, pêşniyara vekişînê ji wan kiriye.
Li gorî zanyariyan, di Lûtkeya NATO ya Madrîdê de, piştî fişarên Tirkiyê Amerîkayê ew biryar daye û ji hêzên YPG-HSDê yên li deverên Minbic û Til Rifatê pêşniyara vekişînê kiriye.
Tê diyarkirin ku ku Senatorê naskirî yê Amerîkî Lindsey Graham di hevdîtina li Stenbolê ya bi berdevkê serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin de jî behsa têkoşîna hevpar a dijî PKK/YPG û FETOyê hatiye kirin û Graham piştre jî derbasî Iraq ê û Herêma Kurdistanê bûbû ku mijara sereke dîsa Sûriye bûye.
Graham piştre jî derbasî Sûriyê bûye û ligel şandeke fermandarên Hevpeymaniya Navdewletî ku General John Brennan jî di nav de bûye, roja Sêşema borî li Hesekê bi fermandarên HSD/YPGê re civiyaye û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî di wê civînê de amadehî kiriye.
Herwiha civîneke din a şandên hevpeymaniyê jî Kobanî û Minbicê bi hêzên kurdî re hatiye lidarxistin ku YPGê bersiva daxwazên xwe yên ewlekariyê ji şanda Amerîkî wernegirtiye.
Li gorî zanyariyan, di her du hevdîtinan de jî aliyê Amerîka û hevpeymaniyê piştevanî li daxwazên parastina hêzên Rojava nekiriye û hin çavkaniyên nêzîkî PKKê jî îdia dikin, ‘Şanda Amerîkayê ji ber operasyona muhtemel a Tirkiyê pêşniyara vekişîna ji minbicê kir.”
Çavkaniyên medya Erebî jî diyar kirine ku Amerîkayê herwiha pêşniyara vekişîna ji Til Rifatê jî kiriye, lê YPG/HSDê ew pêşniyar qebûl nekiriye û gotine ew dê li hember operasyoneke muhtemel şer bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin