Medya Tirkiyê: Bi egera operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê seferberî hat ragihandin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi egera destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî rojhilatê Firatê seferberî ragihandiye.
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji sazî û dezgehên fermî yên li bajar û bajarokên ser sînorê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re fermaneke seferberiyê şandiye.
Di wê fermanê de, Wezareta Navxwe ya Tikriyê sazî dezgehên fermî yên wekî asayîş, qeymeqamî û şaredariyan bi egera operasyonekê li dijî rojhilatê Firatê agahdar dike û dixwazê ji wan dike pêdeçûnekê li ser derfet û pêwîstiyên xwe bikin û xwe ji bo egera operasyonekê amade bikin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha 3 rojan gotibû ew ê dijî rojhilatê Firatê operasyon bikin û Amerîka û Rûsya jî bi vê yekê agahdar kirine.
Ev yek di demekê de ye, pêr û duhî şandeke leşkerî ya Amerîkî ji bo guftûgokirina egera avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê civiyabû, lê bi fermî encamên wan civînan nehatin ragihandin.
Li gor zanyariyan, Amerîkayê du pêşnîyaz pêşkêşî Tirkiyê kirine; pêşnîyaza yekem ew e herêma ewle bi kûrahîya 15 km. û bi dirêjahîya 140 km. be. Pêşnîyaza duyem jî ew e, hêzên YPG di herêma ewle de namînin û li şûna wan hêzên Tirkiyê û Amerîkayê bicih bibin û çavdêrî û serkêşiya wê herêmê bikin.
Lê ji aliyê din, duhî Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Mark Esper ragihand, çi operasyoneke leşkerî ya tekane ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê bê kirin, nayê qebûlkirin û Amerîka dê rêgiriyê lê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin